Sine; Şeyda Ezîzî, ji girtiya şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de 3 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

28 November 2025 13:50

Hengaw; Înê 28ê Mijdara 2025an

Şeyda Ezîzî, welatiya Kurd a xelka bajarê Kamêranê ku şeş mehên dawî di girtîgehê de derbas kiriye, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 3 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin. Navbirî li heyama şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de hatibû girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di Cotmeha îsal de, Şeyda Ezîzî ya xelka bajarê Kamêranê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve bi tohmeta "hewildan li dijî ewlehiya welat bi rêya endametî di Partiya Komele ya Kurdistana Îranê de" bi 3 sal girtîgehê hate sizadan.

Şeyda Ezîzî di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de li Kamêranê hatibû girtin û piştî mideheke kurt bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Sine ku medyayên hikûmetî vê girtîgehê wek "Navenda Çaksazî û Perwerdê" bi nav dikin, hatibû veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Şeyda Ezîzî di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û herwiha mafê hevdîtin û pêwendîgirtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin