Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Serdeştê li girtîgeha Urmiyê
Hengaw; Înê 15ê Mijdara 2024an
Sibêdeha îro sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê navçeya Rebetê ya ser bi bajarê Serdeştê yê bi navê Amanc Ezîzî li girtîgeha navendî ya Urmiyê (girtîgeha Deriya) hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi darvekirinê hatibû sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 15ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Amanc Ezîzî yê xelkê navçeya Rebetê ya girêdayî bajarê Serdeştê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Hevdem digel Amanc Ezîzî, aliyê kêm du girtiyên din bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin ku ti zanyariyek serast derbarê çarenivîsa wan ber dest nîne.
Amanc Ezîzî yê xelkê gundê "Axlan"a Rebetê nêzî 8 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.