Bokan; Sirwe Şîrî û Peyman Şîrî bi girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Şemî 16ê Mijdara 2024an
Sirwe Şîrî û Peyman Şîrî, xwîşk û birayên xelkê gundê “Terexe” yê ser bi Bokanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. Ev xwîşk û birayên Kurd li dawiya meha Îlona îsla digel pismamê xwe yê bi navê Ferdîn Şîrî hatibûne girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de her yek ji Sirwe Şîrî ya temen 22 salî û birayê wê yê bi navê Peyman Şîrî yê 19 salî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê bi qazanca Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" li pey hev bi 8 meh û 6 meh girtîgehê hatine sizadan.
Ev her du welatiyên Kurd roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, digel pismamê xwe yê bi navê Ferdîn Şîrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatibûne binçavkirin û bo girtîgeheke ewlehî ya îdareya Îtilaatê hatibûne veguhastin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.
Hêjayî gotinê ye ku ev du welatiyên Kurd di heyam binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û pêwendîgirtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.