Şino; Mihemed Resûlpûr bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

16 November 2024 18:56

Hengaw; Şemî 16ê Mijdara 2024an

Mihemed Resûlpûr ê welatiyê Kurd û xelkê Şinoyê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan, bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 16ê Mijdara 2024an, Mihemed Resûlpûr ê temen 52 salî û xelkê bajarê Şinoyê bo birêvebirina 2 sal sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Mihemed Resûlpûr berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer "Elî Ensarî" bi tohmetên "endam û hevkarîkarin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re û propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan. Hengawê zaniye ku, sizayê du sal girtîgeha vî welatiyê Kurd di dawiyê de bi salek û şeş meh girtîgehê hatiye kêmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Resûlpûr, sibêdeha roja Çarşemî 4ê Tîrmeha 2024an, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî li gundê “Kone Qela”yê bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.

Navbirî di dawiyê de piştî du hefteyan ji binçavkirinê roja Yekşemî 14ê Tîrmehê bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin