Girevgirtina birçîbûnê ya mamoste Hesen Cengxwah li girtîgeha navendî ya Urmiyê

16 November 2024 20:09

Hengaw; Şemî 16ê Mijdara 2024an

Mamoste Hesen Cengxwah, mamosteyê Kurd ê Sune mezheb û xelkê bajarê Selmasê û binçavkirî li beşa siyasî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê bi nîşandana nerazîbûnê li hemberî rewaş girtiyan û bêparbûn ji mafê mirexesiyê ji sê roj berî niha ve dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an, mamoste Hesen Cengxwah, rûniştiyê gundê “Heftvan”ê yê ser bi bajarê Selmasê ku heyama 8 meh û 16 roj ji heyama 7 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Urmiyê derbas dike, ji ber piştguhavêtin û dabînnekirina îmkanatan dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Ev çalakvanê olî berê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Taya Urmiyê ve 7 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û roja Yekşemî 29ê Şibata 2024an, ji bo birêvebirina vê sizayê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Mamoste Hesen Cengxwah, 19ê Tebaxa 2020an, li dema çûn bo gundê Dizeya Mirgewer ê ser bi bajarê Urmiyê hatibû girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li vî bajarî hatibû veguhastin.

Ev mamosteyê Kurd di dawiyê de piştî hefteyek binçavkirin, bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin