Girtina mamoste Berzan Melekî, pêşnimêjê Mizgefta Şêxîna Sine piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê

26 May 2025 19:28

Hengaw; Duşemî 26ê Gulana 2025an

Mamoste Berzan Melekî, pêşnimêj û yek ji mamosteyên Mizgefta Camî`i ya Şêxîna Sine, piştî ku ji bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate gazîkirin, hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî nîveroya Duşemî 26ê Gulana 2025an, mamoste Berzan Melekî, mamosteyê olî yê Kurd piştî ku ji bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate gazîkirin, hate girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, mamoste Berzan Melekî, roja Yekşemî 25ê Gulanê bo îdareya Îtilaatê li Sineyê hatibû gazîkirin û lêpêçîn jê hatibû kirin.

Ev mamosteyê olî yê Kurd berê roja Duşemî 27ê Çileya 2025an, di demekê de ku li rêya çûn bo Mizgefta Mekkî ya Zahidanê bû û bi vexwendineke fermî hatibû banghêjkirin; Bi destêwerdana hêzên ewlehî li 20 kîlometreya bajarê Sine bo Dêwulanê hatibû girtin û bi fêrxwazên xwe re hatibûne vegerandin.

Heta dema belavbûna vê raporê, zanyariyek hûr li ser sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin