Girtîgeha Urmiyê; Mamoste Mihemed Xizirnijad dest avêt bi gireva birçîbûnê

16 September 2024 17:09

Hengaw; Duşemî 16ê Îlona 2024an

Mamoste Mihemed Xizirnjad yek ji kesayetiyên olî yê xelkê Bokanê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, bi nîşaneya nerazîbûnê li derheq rewşa xwe ya di girtîgeha navendî ya Urmiyê de dest avêt bi gireva birçîbûnê. Ev 22 meh e di girtîgehê de ye.  

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an ev, mamoste Mihemed Xizirnijad ê temen 45 salî bi nîşaneya nerazîbûnê derheq girtina xwe ya demdirêj û şandina dosyeya wî bo Dadgeha Şoreş a Urmiyê, di girtîgeha navendî ya Urmiyê de dest avêtiye bi gireva birçîbûnê. 

Vî mamostyê Kurd tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin bê bingeh daye zanîn û tevî nîşandana nerazîbûna xwe li hember lidarxistina kombûna dadgehê derheq tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, bi awayê elekteronîkî û şandina dosyeya wî ji bo Dadgeha Şoreşê rexne kir.

Mamoste Mihemed Xizirnijad berî niha ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Riza Necefzade bi tohmeta “ifsad fî erzê” bi darvekirinê û bi tohmeta ziyangihandin bi serbixwaya welat bi 15 sal û bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Ev sizayê îdamê û du sizayên girtîgehê, piştre bi kêmkirin bo 25 sal girtîgehê hate guherîn û nûçegihaniya Dezgeha Komara Îslamî ya Îranê ragihandibû ku ev guhertina siza li ser bingeha “pabendbûn bi reftarên baş” bûye.

Mamosta Mihemed Xizirnijad, roja 19ê Mijdara 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî bi awayekî hovane digel kurê xwe yê bi navê Yasir Xizirnijad ji aliyê hêzên Îtilaatê ve di mala xwe de hatibûne girtin. Navbirî bo heyama 100 rojan li girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyê di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de îtirafa bi zorê li dijî xwe kiribû û kurê wî jî piştî demekê hate berdan.

Mamosta Mihemed Xizirnijad piştî rêûresma salvegera canjidestdana Esed Rehîmî yek ji canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî ku li Mizgefta Îftixarî ya Bokanê gotarek pêşkêş kiribû û reftarên hikûmetê li dijî xwanîşanderan rexne kiribû, hatibû girtin.

Mamoste Mihemed Xizirnijad salek û şeş meh û 19 roj in, bêyî mafê azadiya demkî (mirexesî) di girtîgehê de ye û niha jî bêyî cudakirina tohmetan di benda 2 a girtîgeha navendî ya Urmiyê de tê ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin