Kirmaşan; Sizayê 5 sal girtîgeha ragirtî û şeş meh girtîgeha sepiyayî bi ser Mamoste Ayat Xulamî de hate sepandin

08 September 2025 13:50

Hengaw; Duşemî 8ê Îlona 2025an

Mamoste Ayet Xulamî, Mamosteyê olî yê Kurd û pêşnimêjê berê yê Mizgefta “Mihemed El-Mistefa” ya bajarê Kirmaşanê û mamosteyê Mekteba Zanista Olî, ji aliyê Taya Pêdaçûnê ya Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve, sizayê pênc sal girtîgeha ragirtî û şeş meh girtîgeha sepiyayî bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Mamoste Ayat Xulamî, ji aliyê Taya Pêdaçûnê ya Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve, sizayê pênc sal girtîgeha ragirtî û şeş meh girtîgeha sepiyayî bi ser de hate sepandin.

Mamoste Ayat Xulamî berê roja Şemî 24ê Gulana 2025an, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve li bajarê Hemedanê bi tohmetên “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, “belavkirina naverokên nerast”, “ handana raya giştî” û “sivikayetîkirin bi Hezreta Fatime” bi du sal girtîgeha sepyayî ku salek ji wê divê bihatiba birêveçûnê, hatibû sizadan.

Ev mamosteyê olî yê Kurd berê li rêkefta 23ê Nîsana 2025an, bo taya Kirmaşanê ya Dadgeha Taybet a Mamosteyan hatibû gazîkirin û her ji wê derê hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev mamosteyê Sune mezheb li rêkefta 9ê Tîrmeha sala 2024an, piştî gazîkirin bo beşa “Parastina Navendî” ya mamosteyên olî li Kirmaşanê, bi biryara vê saziya ewlehî ji pêşnimêjî û çalakî li mizgeftê hatibû qedexekirin.

Demek kurt piştî qedexekirina çalakiyan, vî mamoateyê olî di vîdyoyekê de tevî nîşandana nerazîbûnên xwe derheq sizayên xwe, tekezî kiribû ku berê hatibû agehdarkirin ku divê hemû wane û kombûnên Mizgefta “Mihemed El-Mistefa” bin çavedêriya wan mamosteyên ku ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine pejirandin, were birêveçûn.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin