Teqîna cebilxaneyên şer li Îlamê qurbaniyek li pey xwe anî
17 November 2024 00:15
Hengaw; Yekşemî 17ê Mijdara 2024an
Kedkarekî Kurd ê bi navê Ehmed Elîmihemedî yê xelkê Îlamê, bi sedema teqîna cebilxaneyên bi cihmayî ji şerê heşt sale yê Îran û Iraqê canê xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an, kedkarekî Kurd ê bi navê Ehmed Elîmihemedî yê xelkê Îlamê ji ber teqîna cebilxaneyên şer di kargeheke bermayiyan de ku wekî bermayiyan anîbûne di nav vê kargehê de, jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên Hengawê dane zanîn ku, ev teqîne li derdora kargeha bermayiyan li bajarê Îlamê qewimiye û di encamê de Ehmed Elîmihemedî yê kedkar û ji werzişvanê tekwandoyê jiyana xwe ji dest daye.
Source: Hengawê Kurdî