Raporek ji du sal bê serûşûnkirina bi zorê ya Osman Mame ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî

17 November 2024 14:34

Hengaw; Yekşemî 17ê Mijdara 2024an

Bi derbasbûna du sal ji bê serûşûnkirina Osman Mame, welatiyê xelkê Bokanê û ji binçavkiriyê tevgera Jin Jiyan Azadî re, heya niha ti saziyeke ewlehî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê derbarê çarnivîsa wî bersivdar nebûne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 17ê Mijdara 2024an, du salên tevaw ji bê serûşûnkirina bi zorê ya Osman Mame, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê û ji binçavkiriyê tevgera Jin Jiyan Azadî re derbas dibe, tevî vê ku malbata vî welatiyê Kurd serdana hemû saziyê ewlehî, dadwerî û çavdêrî yên Bokan û parêzgeha Urmiyê kirine, lê heta niha ti bersiveke rohn derbarê girtin, çarenivîs û rewşa Osman Mame wernegirtine.

Hengaw hatiye agehdarkrin ku, vê malbatê di heyama du salên borî de heta serdana saziya sertirê yasayê ya rêberê Komara Îslamî ya Îranê naskirî bi “Beyta Rehberî” jî kiriye, lê herwisa ew ji bo aliyê saziyên ewlehî û dadwerî yên Bokanê ve hatiye arastekirin û ti bersivek wernegirtiye.

Li pey lêgerînên nû û hevpeyvîn digel çavkaniyeke agehdar, Hengaw hatiye ahgehdarkirin ku di heyama vê dawiyê de dadwerê Dadgeha Şoreş a Bokanê ji malbata Osman Mame re ragihandiye ku, “hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ti tirsek ji we nîne, ger bavê we hatibe kuştin, dê ji we re bêje û ji we natirse, îcar bavê we zîndî ye”.

Saziya Hengawê berê bi weşana raporekê dabû zanîn ku, malbata ev welatiyê Kurd ji ber nebûna bav û şopandinên derbarê rewşa wî rastî zextên madî û derûnî hatine. Herçiqas heta niha hejmarek ji berpirsên hikûmetî li Bokanê ji vê malbatê re soz dabûn ku li pey rewşa Osman Mame bikevin, lê heta niha ti yek ji berpirs û sazî derbarê agehdarbûn ji rewşa Osman serkeftî nebûne da ku ji rewşa wî agehiyan bi malbatê re bidin. 

Li gorî lêkolînên Hengawê, di heyama du salên borî de û piştî belavbûna her raporek derbarê bê serûşûnbûna bi zorê ya Osman Mame, malbat û xizmên vî welatiyê Kurd rastî zextên saziyên ewlehî tên.

Osman Mame yê welatiyê 57 salî, heya niha ti pêwendiyeke telefonî digel malbata xwe nebûye û ti belge û nîşanek piştî revandina wî peyda nebûye.

Hêjayî gotinê ye ku, Osman Mame beriya bêserûşûnkirinê, wekî kedkarekî di kargeheke perwerdekirina mirîşkan de li bajarê Dukanê li Herêma Kurdistanê kar dikir û malbata navbirî tenê bi dahata karê wî, jiyana xwe derbas dikir.

Osman Mame yê welatiyê xelkê bajarê Bokanê, roja Înê 18ê Mijdara 2022an, li dema vegera bo mala xwe, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û heya niha çarenivîsa wî diyar nîne.

Bêserûşûnkirina bi zorê yek ji wan cinayetên li dijî mirovatiyê ye ku tê de tak ji aliyê hikûmet yan saziyên siyasî ve tê girtin û veşartin, bêyî ku zanyariyek derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wî ji malbat û civakê re bê danê. Ev kiryare bi gelemperî ji bo afirandina tirs û xofê an jî wekî rêyek ji bo serkutkirin û sizadana dijberên siyasî tê kirin. Bêserûşûnkirina bi zorê binpêkirineke cidî ya mafê mirovî tê hesibandin û dibe sedema êş û ne alxahîniyeke mezin ji bo malbat û hevalên kesê qurbanî.

Hengaw li gorî madeya 2 ya konvansiyona piştgirî ji hemû kesan li hemberî bê serûşûnkirina bi zorê, hikûmeta Îranê berpirsiyarê rasterast  ê revandin û bê serûşûnkirina bi zorê ya Osman Mame dizane û daxwaza bersivdana Komara Îslamî ya Îranê di vî warî de dike û daxwaz dike ku destê malbata wî bilez bigihîje bi karûbarên yasayî û parêzer û herweha karûbarên tendirustiyê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin