Îlam: Emîrelî Zakirîferd û Îmad Zakirîferd ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bi 65 sal girtîgehê hatine sizadan

06 August 2025 10:58

Hengaw; Çarşemî 6ê Tebaxa 2025an

Emîrelî Zakirîferd, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê Îlamê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî ku vê dawiyê carek din hatibû girtin, digel birayê xwe Îmad Zakirîferd bi giştî bi 65 sal girtîgeha sepyayî û 148 derbên qamçiyan hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Emîrelî Zakirîferd ê temen 44 salî û xelkê Îlamê ji aliyê Taya 104 a Dadgeha Tawanan a duya Îlamê ve bi sê tohmetan her yek bi 10 sal girtîgeh û tohmetek dinê bi salek girtîgehê, bi giştî bi 31 sal girtîgehê hate sizadan û Îmad Zakirîferd jî, bi du tohmetan her yek 10 sal girtîgeh û du tohmetên dinê jî her yek 5 sal girtîgeh û du car sizayê du sal girtîgehê bi ser de hate sepandin ku bi giştî bi 34 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Ev du birayane bi tohmetên wekî “bêrêzî bi pîroziyên Îslamê, bêrêzî bi Xamineyî, piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê, hilgirtina çek û teqemeniyên qedexekirî û hilgirtina çekên saçmeyî, kombûn û lihevhatin li dijî ewlehiya navxweyî û têkdana ayasişa giştî, hilgirtina vexwarinên elkolî û kelûpelên pêwendîdar bi setelaytê” hatine sizadan.

Herwisa wekî sizayên temamker, Emîrelî Zakirî bi lêdana 74 derbên qamçiyan û 6 milyard û 250 milyon Riyal perê nexdî bo xezîneya dewletê û dana 1 milyon Riyal perê dinê hatiye sizadan, û herwisa Îmad Zakirî jî, bi 74 derbên qamçiyan û dana 6 milyard û 250 milyon Riyal perê nexdî bo xezîneya dewletê hatiye sizadan.

Emîrelî Zakirîferd, roja Şemî 19ê Tîrmeha 2025an, bo duyemîn car ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û bi tohmetên "piropagende li dijî hikûmetê, belavkirina naverokên nerast, bêrêzî bi Xamineyî, çalakiyên medyayî û piropagende li ser torên civakî li dijî hikûmetê" hatibû sizadan.

Navbirî berê jî di Mijdara 2022an de li Îlamê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û piştî heyamekê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin