Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û Belûç li girtîgeha navendî ya Bîrcendê
Hengaw; Yekşemî 17ê Mijdara 2024an
Girtiyekî Kurd ê bi navê Rehîm Feqîrî û girtiyek Belûç yê bi navê Perwîz Berahûyî ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Bîrcendê li navenda Xurasana Başûr hatine darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Yekşemî 17ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Rehîm Feqîrî yê 34 salî û bavê sê zarokan û xelkê bajarê Selmasê û Perwîz Berahûyî yê xelkê Zahidanê li girtîgeha navendî ya Bîrcendê hate birêveçûn.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Rehîm Feqîrî, navbirî sala borî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.
Herwisa Perwîz Berahûyî jî, du sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li Bîrcendê hatibû girtin û paşê bi darvekirinê hatibû sizadan
Nûçeya darvekirina van du girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.