Raporek li ser darvekirina çar girtiyan li girtîgehên Çabehar, Qoçan, Gonabad û Îsferaynê

13 December 2025 16:23

Hengaw; Şemî 13ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û girtiyekî Efxanî bi navê Mecîd Nazeran, Sitar Zahîdîfer û Esfendiyar Rezaqî, û welatiyekî Efxan ku nasnameya wî di bin lêkolînê de ye, ku berê bi tohmetên "kuştina bi qest û madeyên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Çabehar, Qoçan, Gonabad û Îsferaynê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 10ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Efxanî, ku nasnameya wî di bin lêkolînê de ye, li girtîgeha Çabeharê li Parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê hate cîbicîkirin. Ev girtî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha Sêşemî 9ê Kanûnê, sizayê darvekirina girtiyekî Tirkê Azerî bi navê Mecîd Nazeran ê xelkê Qoçanê li parêzgeha Xurasan Rezewî li girtîgeha Qoçanê hate cîbicîkirin. Ew berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di vê derheqê de, sibêdeha roja Duşemî 8ê Kanûnê, sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Sitar Zahîdîfer û Esfendiyar Rezaqî, welatiyên Kurd ji Îsferaynê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur, li girtîgehên Gonabad û Îsferaynê hate cîbicîkirin. Sitar Zahîdîfer berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin, û Esfendiyar Rezaqî jî bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin