Birêveçûna sizayê darvekirina 14 girtiyan li girtîgehên Reşt, Gurgan, Sebzewar, Meşhed, Kerec, Bender Ebas, Yezd, Sêmnan, Durûd, Birûcêrd û Gunabadê

04 December 2025 20:30

Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina 14 girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û du girtiyên Lor ên bi navên Mehdî Cewanmerdî, Elî Kelhur, Pîr Welî Şeibanî, Hisam Newrûzî, Emîr Îmamî, Yûsif Cemşîdî (Sohrabî), Elî Neyreng, Celal Xûrşîdî, Mehmûd Nûrî, Sefa Cozîpûr, Husên Şefîzade, Xulamriza Behramî, Husên Zemanî û Sipêhr Gûderzî ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber" bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgehên Reşt, Gorgan, Sebzewar, Meşhed, Kerec, Bender Ebas, Yezd, Sêmnan, Durûd, Birûcêrd û Gunabadê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 3ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Elî Kelhur û Sefa Cozîpûr, her du jî xelkê Kirmaşanê bi tohmeta kuştin û madên hişber li girtîgehên Gorgan li parêzgeha Gulistan û Gunabadê li parêzgeha Xurasan Rezewî hate cîbicîkirin.

Hevdem, sizayê darvekirina sê girtiyan ên bi navên Mehdî Cewanmerdî, welatiyê Gîlek û xelkê Reştê bi tohmeta madên hişber li girtîgeha Lakan a Reştê û Pîro Welî Şeibanî û Hisam Newrûzî her du jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li girtîgehên Sebzewar û girtîgeha navendî ya Meşhedê hate birêveçûn.

Di berdewamiya darvekirinên îro de, sizayê darvekirina Emîr Îmamî û Yûsif Cemşîdî, hevwelatiyê Belûç ê 22 salî û xelkê Mînabê ku her du jî sê sal berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin li girtîgehên Qzilhesara Kerec û girtîgeha navendî ya Bender Ebasê hate birêveçûn.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 2ê Kanûna 2025an, siayê darvekirina du girtiyên bi navên Elî Nîreng û Celal Xûrşîdî yên xelkê Yezdê li girtîgeha navendî ya Yezdê hate cîbicîkirin. Elî Nîreng nêzîk çar sal berî niha û Celal Xûrşîdî şeş sal berê bi tohmetên madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Di heman demê de, sizayê darvekirina sê girtiyên bi navên Mehmûd Nûrî yê 40 salî û xelkê Simnanê, Husên Şafîzade yê 43 salî û Xulamriza Behramî li girtîgeha navendî ya Simnanê hate cîbicîkirin. Mehmûd Nûrî heft sal berê, Husên Şefîzade nêzîk sê sal berê û Xulamriza Behramî kêmtirî du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwiha sibêdeha roja Duşemî 1ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Lor ên bi navên Husên Zemanî û Sipêhr Gûderzî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgehên Durûd û Birûcirdê li parêzgeha Loristanê hate birêveçûn.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin