Birêveçûna sizayê darvekirina Elî Eytîwend û Kiyûmers Behramî li girtîgeha navendî ya Kerecê

14 December 2025 17:46

Hengaw; Yekşemî 14ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Kuyeştê bi navên Elî Eytîwend û Kiyûmers Behramî, li girtîgeha navendî ya Kerecê (Nêdametgah) hate cîbicîkirin. Her du girtî berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 13ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina Elî Eytîwend ê 35 salî û Kiyûmers Behramî yê 29 salî, du welatiyên Kurd ên ji Kuyeştê, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Elî Eytîwend sê sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin, û Kiyûmers Behramî jî du sal berî niha bi heman tohmetê hatibû girtin û bi darvekirina hatibûne sizadan. Her du girtî jî xizmên hev in.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin