Birêveçûna sizayê darvekirina pênc girtiyan ji wan du girtiyên Kurd ên xelkê Herêma Kurdistanê li girtîgeha navendî ya Îsfehanê
Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an
Sizayê darvekirina pênc girtiyan ji wan du girtiyên Kurd ên bi navên Şemal Mihemed Reşîd, Erdelan Husên Elî, Şehab Muxtarî, Ebolfezil Qadirzade û Mêysem Penahî ku berê bi tohmetên "pêwendîdar bi madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 2ê Kanûna 2025an, pênc girtî bi navên Şemal Mihemed Reşîd û Erdalan Husên Elî, her du welatiyên Kurd ên xelkê Herêma Kurdistanê û rûniştiyên bajarê Îsfehanê, Şehab Muxtarî, Ebolfezil Qadirzade yê temen 29 salî û xelkê Kaşanê û Mêysem Penahî yê temen 37 salî û bavê zarokekî, li girtîgeha navendî ya Îsfahanê (girtîgeha Destgird) hatine darvekirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Şemal Mihemed Reşîd û Erdalan Husên Elî ku xizmên hevdu bûn, sê sal berî niha bi tohmetên madên hişber (hilgirtina madên hişber), Şehab Muxtarî nêzîk çar sal berê, Ebolfezil Qadirzade sê sal berê û Mêysem Penahî du sal berê bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van pênc girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.