Birêveçûna sizayê darvekirina Azad Çenge li girtîgeha navendî ya Nexedê

04 December 2025 23:50

Hengaw; Pêncşemî 4ê Kanûna 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Azad Çenge ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Nexedê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 3ê Kanûna 2025an, sizayê darvekirina girtiyê bi navê Azad Çenge yê temen 43 salî û xelkê bajarê Serdeştê û bavê du zarokan li girtîgeha navendî ya Nexedê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiyê Kurd sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin