Mehabad; Emîr Babûlî bo birêvebirina pênc sal sizayê girtîgehê hate girtin

18 November 2024 00:18

Hengaw; Duşemî 18ê Mijdara 2024an

Emîr Babûlî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 7 sal girtîgehê hatibû sizdan, bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 7ê Mijdara 2024an, Emîr Babûlî, welatiyê xelkê gundê "Lec"  ê girêdayî bajarê Mehabadê piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo derbaskirina heyama pênc sal sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Emîr Babûlî berî niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "endametî li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 5 sal girtîgehê û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê hatibû sizadan ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran wate pênc sal sizayê girtîgehê dê were cîbicîkirin. Navbirî di vê dadgehê de bi tohmetên "miharibe û ifsad fî erzê" bêtawan derçûbû.

Navbirî herwiha di dosyeyeke din de ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Mehabadê ve bi tohmeta "hilgirtin û ragirtina çekan" bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Emîr Babûlî yê temen 43 salî, demjimêr 6ê sibêdeha roja Şemî 16ê Tîrmeha 2022an, li meşa êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bo ser mala wî li gundê Lecê yê ser bi Mehabadê hatibû girtin û piştî heft meh ji binçavkirinê li 12ê Şibata 2023an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Emîr Babûlî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û herwiha hevdîtin bi malbata xwe re hatibû  bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin