Umîd Mezlûm, birayê girtiyê siyasî yê hatî darvekirin Muhsên Mezlûm dubare hate girtin

18 November 2024 11:21

Hengaw; Duşemî 18ê Mijdara 2024an

Umîd Mezlûm ji endamê malbatên dadxwaz û birayê girtiyê siyasî yê hatî darvekirin “Muhsên Mezlûm, bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Muhsên Mezlûm girtiyê siyasî yê Kurd, Zivistana sala borî piştî 18 meh bê serûşûnkirina bi zorê hate darvekirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 17ê Mijdara 2024an, Umîd Mezlûm ê welatiyê xelkê gundê “Etmîş” ê ser bi bajarê Mehabadê, bo cara duyem ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Umîd Mezlûm ê 40 salî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî berê jî beriya birêveçûna sizayê darvekirina birayê xwe “Muhsên Mezlûm”, li rêkefta 25ê Tîrmeha 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Mehabadê hatibû girtin û piştî derbasbûna çend rojan bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Muhsên Mezlûm û sê girtiyên din ên siyasî yên Kurd bi navên “Mihemed Feramerzî, Pêjman Fatihî û Wefa Azeriyan” li rêkefta 29ê Çileya 2024an, piştî 18 meh bê serûşûnkirina bi zorê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin û ji wê demê ve heta niha termên wan bi malbatên wan re nehatiye radestkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin