Girtina Silêman Qadir Gelwan, birayê Ebdulselam Qadir Gelwan ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî

Hengaw; Şemî 29ê Adara 2025an
Silêman Qadir Gelwan, birayê Ebdulselam Qadir Gelwan ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 27ê Adara 2025an, Silêman Qadir Gelwan, ji endamê malbatên dadxwaz li bajarê Şinoyê hate girtin.
Silêman Qadir Gelwan piştî gazîkirin û serdankirina îdareya Îtilaatê li Şinoyê hatiye girtin.
Derbarê çarenivîsa vî endamê malbatên dadxwaz û herwisa sedemên binçavkirina wî û tometên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.
Ebdulselam Qadir Gelwan, birayê Silêman Qadir Gelwan, li 21ê Îlona 2023an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên hikûmetî ve rastî teqeya rasterast hatibû.
Navbirî roja Duşemî 26ê Îlona heman salê, di encama dijwariya birînên xwe de li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê jiyana xwe ji dest dabû.