Tehran; Girtina Îhsan Xezayî ji endamê malbatên dadxwaz ên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" û jina wî Nida Karger

Hengaw; Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an
Îhsan Xezayî, welatiyê Kurd û ji endamê malbatên dadxwaz û birayê Îrfan Xezayî, ji qurbaniyê tevgera "Jin, Jiyan, Azadî", û jina wî Nida Karger "Hestî Xezayî", ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 14ê Tîrmeha 2025an, Îhsan Xezayî, endamê malbatên dadxwaz û birayê Îrfan Xezayî, ji qurbaniyê tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" û jina wî Nida Karger, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê li ser mala wan, bi awayekî tundûtîjî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, zêdetirî 60 kes ji hêzên îdareya Îtilaatê tevî lêdan û kutana bi tundî ya dayîk û birayê Îrfan Xezayî (Yezdan Xezayî), dest danîne ser telefonên kesî yên dayîk û bav, Îhsan û Yazdan Xezayî û Nida Karger.
Hêjayî gotinê ye ku, Îhsan û Nida, xwediyê sê zarokên piçûk in, ku yek ji wan zarokek nûbûyî ye.
Îrfan Xezayî, ciwanê 30 salî yê Kurd û xelkê Kengeverê, roja Çarşemî 21ê Îlona 2022an, li nav serhildana xelkî li bajarokê Şehriyara Tehranê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî canê xwe ji dest dabû. Termê wî li goristanekê li bajarokê Şehriyarê, bi kîlometreyan dûrî bajarê wî yê jidayikbûnê, hate biaxspartin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.