Seqiz; Binçavkirina Sefa Aîlî, xalê Jîna Emînî bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê

14 April 2025 00:18

Hengaw; Yekşemî 13ê Nîsana 2025an

Sefa Aîlî yê xalê Jîna Emînî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin. Navbirî bi bê ti şêwe agehdarkirineke berê ve bi mebesta cîbicîkriina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatiye veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 11ê Nîsana 2025an, Sefa Aîlî yê 30 salî û xalê Jîna Emînî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Seqizê hate veguhastin.

Pêka çavkaniyeke nêzî malbata Sefa Aîlî, hêzên îdareya Îtilaatê trombêla vî welatiyê di demekê de ku bi hevjîna xwe re bûye, ragirtine û navbirî binçav kirine.

Sefa Aîlî bi bê ti şêwe agehdarkirineke berê ve û şandina banghêjiyeke fermî bi mebesta cîbicîkirina sizayê bi ser de hatî sepandin, hatiye girtin û çend demjimêr piştî girtinê di pêwendiyeke telefonî de bi malbata xwe re ragihandiye ku bi mebesta birêvebirina sizayê xwe yê girtîgehê bo girtîgehê hatiye veguhastin.

Navbirî berê, hinek piştê vegerîn ji welatê Almanyayê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi 10 meh girtîgehê hatibû sizadan û ev sizaye ji aliyê Taya 16 a Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Sinê ve bi serokatiya dadwer Karamî bi tevahî hatibû piştrastkirin. Navbirî Havîna borî li welatê Almanyayê bibû bi penaber û piştî nêzî sê mehan vegeriyabû Îranê.

Navbirî roja Sêşemî 5ê Îlona 2023an, di êrîşa hêzên Îtilaatê de bo ser mala xwe bi awayekî hovane û tundûtîjî hatibû girtin û di dawiyê de roja Sêşemî 17ê Cotmeha 2023an, bi danîna barimteya 1 milyar û 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibû berdan.

Navbirî meha Şibata 2024an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 3 sal û 6 meh û rojek girtîgehê, bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi 7 meh û 16 roj girtîgehê û herwisa bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Xamineyî” bi 15 meh û rojek girtîgehê û li ser hev bi 5 sal û 4 meh û 17 roj girtîgehê hatibû sizadan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin