Mehabad; Wehab Xedîrîpûr di salvegera kuştina birayê xwe de ji aliyê hêzên Spahê ve hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

Hengaw; Sêşemî 20ê Gulana 2025an
Wehab Xedîrîpûr, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê û ji endamê malabatên dadxwaz li vî bajarî, bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin. Navendên ewlehî hevdem digel salvegera kuştina birayê navbirî tekezî li ser veguhastina wî bo girtîgehê kirine.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 19ê Gulana 2025an, Wehab Xedîrîpûr ê temen 32 salî û xelkê Mehabadê bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Suhrab Xidîrîpûr ê birayê Wehab Xedîrîpûr ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, di 19ê Gulana 2021an de ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû kuştin. Binçavkirina Wehab di salvegera kuştina navbirî de curek ji givaşên derûnî ne bo ser vê malbatê. Hêjayî behskirinê ye ku tevî derbasbûna çar sal bi ser kuştina Suhrab Xedîrîpûr de, heta niha termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin û wek haleteke bêserûşûnkirina bi zorê tê hesibandin.
Wehab Xedîrîpûr berê bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Girtin û veguhastina Wehab Xedîrîpûr bo girtîgehê di halekê de ye ku bavê navbirî sê meh berî niha di encama bûyereke hatinûçûnê de şiyana hereketkirinê ji dest daye.
Wehab Xedîrîpûr, roja Çarşemî 19ê Şibata 2025an, piştî sê hefte binçavkirinê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Mehabadê hatibû berdan.
Wehab Xedîrîpûr, xîzandar û bavê du zarokan roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Suhrab Xidîrîpûr ê birayê Wehab Xedîrîpûr ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, di Bihara sala 2021an de ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate kuştin. Navbirî herwiha pismamê Şemal Xidîrîpûr ê canjidestdayiyê tevgera Jinn Jiyan Azadî li Mehabadê ye.