Kerîm Esxerî, girtiyê siyasî yê berê û mêrê xwîşka Wirîşe Muradî hate girtin

09 June 2025 16:28

Hengaw; Duşemî 9ê Hezîrana 2025an

Kerîm Esxerî, girtiyê siyasî yê berê û mêrê xwîşka Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û mehkûm bi darvekirinê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve bi awayekî tundûtîjî li bajarokê Şuwêşe yê ser bi bajarê Sine hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 8ê Hezîrana 2025an, Kerîm Esxerî, girtiyê siyasî yê berê û mêrê xwîşka Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya mehkûm bi darvekirinê, li encama êrîşeka hêzên Wezareta Îtilaatê bo ser dukana wî li bajarokê Şuwêşe hate girtin bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî nivîsa Kempeyna Azadiya Wirîşe Muradî, hêzên Wezareta Îtilaatê êrîşî ser dukana Kerîm Esxerî li Şuwêşe kirine û navbirî bi awayekî tundûtîjî girtine. Piştî serdana Mêhrane Muradî, hevjîna Kerîm Esxerî û xwîşka Wirîşe Muradî, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve rastî gefan hatiye.

Kerîm Esxerî dema ku bi mebesta şopandina rewşa çareseriyê ya pizîşkî ya Wirîşe Muradî û bêparkirina navbirî ji mafên hevdîtinê, li ber deriyê girtîgeha Êvînê amade bibû, ji aliyê hêzên ewlehî yên cilşexsî ve bi awayekî demkî hatibû girtin û bo heyama sê demjimêran di trombêla wî de rastî lêpêçîn û gefan hatibû. Hêzên ewlehî Kerîm Esxerî agehdar kiribûn ku her cure zanyariyek di vê derheqê de nabe bê medyayîkirin, qedexe ye û ji egera medyayîkirinê dê rastî reftarên tund ên wan were.

Ev welatiyê Kurd berê jî, li rêkefta 14ê Hezîrana 2018an ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li bajarê Sine hatibû girtin.

Mêhrane Muradî ya hevjîna Kerîm Esxerî, mamoste û ji lîstikvana Kongfoyê jî, roja Çarşemî 26ê Îlona 2018an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştî çil roj binçavkirinê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, piştî girtina Wirîşe Muradî, endamên malbata wê wekî xwîşka wê ya bi navê Mêhrane Muradî û Kerîm Esxerî, bi zextên ewlehî re hatine rûbirûbûn û heta niha çendîn caran bo îdareya Îtilaatê hatine gazîkirin û rastî gefan hatine.

Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd, dakokîkara mafê jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), roja Sêşemî 1ê Tebaxa 2023an, li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Wezareta Îtilaatê ve hate revandin û navbirî di dema revandinê de bi tundî rastî lêdanê hatibû û bi bê wê ku bê dermankirin bo girtîgehê hatibû veguhestin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin