Sine; Elî Elahweysî bi 18 meh girtîgehê hate sizadan

18 November 2024 12:39

Hengaw; Duşemî 18ê Mijdara 2024an

Elî Elahweysî, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û ji çalakvanê medenî yê Sinê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek û şeş meh girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Elî Elahweysî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Mistefa Ezîzî bi tohmeta "endametî li Partiya Komele ya Kurdistana Îranê" bi salek girtîgehê û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi şeş meh girtîgehê hate sizadan.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên Elî Elahweysî li rêkefta 12ê Mijdarê bi rê ve çûbû û di dawiyê de roja Yekşemî 17ê Mijdarê bi awayekî fermî bi vî çalakvanê sivîl re hatiye ragihandin.

Elî Elaweysî roja Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li cihê karê xwe li bajarê Sinê hatibû girtin. Navbirî piştî midehek ji binçavkirinê di dawiyê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku ev çalakvanê medenî di heyama salên borî de jî bo çendîn caran ji aliyê navendên ewlehî ve hatibû girtin û bi girtîgehê hatibû sizadan û bi derbaskirina heyama girtîgehê ji girtîgehê hatibû  azadkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin