Kolberek ji ber teqîna mînê li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

Mensûr Silêmanî, kolberê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê ser bi Kirmaşnê, di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê

13 December 2023 10:01

 

Hengaw; Çarşemî 13ê Kanûna 2023an

Mensûr Silêmanî, kolberê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê ser bi Kirmaşnê, di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Newsûdê bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, Mensûr Silêmanî yê 36 salî û xelkê gundê "Dengî" yê girêdayî Selasa Bawecanî, ji ber teqîna mînê li ser sînorê Newsûdê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi giranî birîndar bû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev kolberê han piştî ku ji aliyê lingê we ve bi giranî birîndar bû, destpêkê ji bo dermanxaneya bajarê Newsûdê hate veguhestin û li wir jî, ji ber dijwarbûna birînên xwe ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya Pawê hate veguhestin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di Payîza îsal de aliyê kêm 3 kolberên Kurd di dema kolberiyê de li ser sînorên Kurdistanê bi sedema teqîna mînê birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin