Merîwan; Kolberek bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Peyam Rizayî”, di dema kolberiyê de li sînorê vî bajarî ji ber teqîna mînê rastî kêmendamiyê hat.

06 November 2023 20:21

 

Hengaw;  Duşemî 6ê Mijdara 2023an 

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Peyam Rizayî”, di dema kolberiyê de li sînorê vî bajarî ji ber teqîna mînê rastî kêmendamiyê hat.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 4ê Mijdara 2023an, Peyam Rizayî yê kolberê xelkê gundê “Pêle” yê ser bi bajarê Merîwanê di dema kolberiyê de kevte ser mînê û pêyê wî pê ve hate jêbûn.

Peyam Rizayî piştî wê ku li ser sînorê navçeya Sawcê ya Merîwanê di encama teqîna mînê de birîndar bibû, ji bo çareseriya pizîşkî bo navendeke pizîşkî hate veguhestin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovê ya Hengawê, di heyama 7 mehên borî de, aliyê kêm 3 kolber di dema kolberiyê de li sînorên Kurdistanê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin