Kolberekî Merîwanî ji ber teqîna mînê giran birîndar bû

12 December 2020 11:28


Hengaw:  Kolberekî kurd yê xelkê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê de pê li mînê kir û piyekî wî qut bû.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, derengiya şeva borî ji ber teqîna mînekê li bilindahiyên Jalane li devera Hewraman, kolberekî kurd yê xelkê Merîwanê bi navê Ebas Îbrahîmî (28 salî) giran birîndar bû.

Li gorî agahiyan, ew kolberê kurd di dema kolberiyê de pê li mînê kiribû û ji ber wê jî piyekî wî qut bûye. 

Ew niha li nexweşxaneya Merîwanê tê dermankirin. Du zarokên wî hene. 

Li gorî amarên Hengawê, ji destpêka payîza îsal ve heta niha herî kêm 6 kolberên kurd ji ber teqîna mînan birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin