Serdeşt; Birîndarbûna du kolberan bi sedema teqîna mînê

Li sînorê Serdeştê du kolberên Kurd ên bi navên Reûf Ehmedî û Cebar Ehme

28 March 2024 09:14


Hengaw; Pêncşemî 28ê Adara 2024an

Li sînorê Serdeştê du kolberên Kurd ên bi navên Reûf Ehmedî û Cebar Ehmedzadeh di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 26ê Adarê, li devera Bulfet a sînorê Serdeştê di encama teqîna mînê de, du kolber bi navên Reûf Ehmedî yê temen 39 salî û xelkê gundê Zorane, Cebar Ehmedzade yê temen 28 salî û xelkê gundê Kunemişkê bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, herdu welatiyên birîndar ji bo navendên dermanî hatine veguhastin. Reûf Ehmedî pêyek xwe ji dest daye û Cebar Ehmedzade jî bi dijwarî birîndar bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin