Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Lor li girtîgeha navendî ya Şîrazê

20 November 2024 18:18

Hengaw; Çarşemî 20ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Emrulah Dêhqan ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Şîrazê (girtîgeha Adilava) hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Emrulah Dêhqan yê 39 salî û xelkê bajarê Kewar ê girêdayî parêzgeha Fars li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate birêveçûn.

Ev girtiye 5 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest a du birayan di nava zeviyên çandiniyê de hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê du car darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê han, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye   belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin