Şino; Sê kes ji girtiyên duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi girtîghê hatine sizadan

04 November 2024 11:35

Hengaw; Duşemî 4ê Mijdara 2024an

Sê welatiyên Kurd ên xelkê Şinoyê yên bi navên Diyako Ezîzî, Luqman Zengî û Siyamend Zengî ku di meşa berfireh a binçavkirina welatiyên Kurd ên hevdem bi duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de hatibûne binçavkirin, her yek ji wan bi 16 meh girtîgehê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de her yek ji Diyako Ezîzî yê temen 34 salî, Luqman Zengî yê 52 salî û Siyamend Zengî yê kurê Luqman û temen 22 salî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Şinoyê ve bi serokatiya dadwer "Ensarî" her yek ji wan bi 16 meh girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, kombûna pêregihîştin bi tohmetên van sê welatiyên Kurd li 26ê Cotmehê hate birêveçûn û her sê kes bi "pêwendî û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" hatine tohmetbarkirin.

Diyako Ezîzî yê xelkê gundê "Babxalavê", Luqman Zengî û kurê wî yê bi navê Siyamend Zengî û herdu xelkê Şinoyê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Çarşemî 4ê Îlona 2024an û hevdem digel binçavkirina birfireh a welatiyên Kurd bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî hatibûne girtin.

Ev her sê welatiyên Kurd di dawiyê de piştî 3 hefteyan ji binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyard û milyardek û 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibûne berdan.

Ev her sê welatiyên Kurd di heyama girtinê de li girtîgeha Îtilaata Spaha Urmiyê bi bê mafê destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbatên xwe re li jêr  lêpirsînê  bûne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin