Pîranşar; Silêman Çûpanî ji girtiyê duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Yekşemî 8ê Kanûna 2024an
Silêman Çûbanî yê welatiyê Kurd û xelkê Pîranşarê ku li meşa birfireh a binçavkirina welatiyên Kurd ên hevdem bi duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 2 sal û 7 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Silêman Çûbanî yê xelkê gundê "Girdkişane" ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Du ya bajarê Pîranşarê ve bi tohmeta "endametî li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û propagendekirin li dijî hikûmetê" bi du sal û heft meh girtîgehê hate sizadan.
Silêman Çûbanî roja Pêncşemî 5ê Îlona 2024an, hevdem digel binçavkirina berfireh a welatiyên Kurd û li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha vê navenda ewlehiyê li Urmiyê hatibû veguhastin.
Navbirî roja 17ê Îlon îsal bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin û ji wê demê ve heta niha bi bê sûdergirtin ji mafê azadiya demkî (mirexesî) di girtîgeha navendî ya Nexedê de dimîne.
Hêjayî gotinê ye ku Silêman Çûbanî di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û herwiha mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.