Seqiz; Hîwa Muradî ji girtiyên duhemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi girtîgehê hate sizadan

26 January 2025 13:39

Hengaw; Yekşemî 26ê Çileya 2025an

Hîwa Muradî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê û ji girtiyên duhemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 8 meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî ji aliyê pêyê xwe yê çepê ve xwediyê pêdaviyên taybet e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hîwa Muradî yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê Taya Tek a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Muradî, Hîwa Muradî li meşa dosyeyek dinê de ku li dijî navbirî hatiye vekirin bi “bêrêzîkirin bi pîroziyan” hatiye tohmetbarkirin.

Sepandina sizayê girtîgehê bi ser Hîwa Muradî de, di demekê de bûye ku navbirî ji aliyê pêyê xwe yê çepê ve xwediyê pêdaviyên taybet e û şiyana derbaskirina girtîgehê nîne.

Ev welatiye li rêkefta 12ê Îlona 2023an, çar roj beriya salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû  azadkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin