Arwîn Qehrimanî, hevwelatiyê Cihû li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê hate darvekirin

04 November 2024 12:10

Hengaw; Duşemî 4ê Mijdara 2024an

 

Sizayê darvekirina Arwîn Qehrimanî (Natanêl), welatiyê binçavkirî li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê û endamê Civaka Cihûyên Kurdistanê hate birêveçûn. Ew di temenê 18 aliyê de bi tohmeta sepandî ya qetilê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 4ê Mijdara 2024an, sizayê Arwîn Qehrimanî, girtiyê 20 salî û xelkê Bokanê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê û peyrewê ola Cihûyan hate birêveçûn. Keremî ji Dozgerê Kirmaşanê nûçeya darvekirina vî girtiyê belav kiriye.

Birêveçûna sizayê darvekirina Arwîn Qehrimanî di halekê de bû ku tê gotin, birêveçûna sizayê wî di navbera zêdebûna aloziyên hikûmeta Îran û Îsraîlê de bi hêceta tolhildanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li hember aliyên dinê ye.

Berê Hengawê di raporekê de nivîsîbû: “Hebîbulah Xefûrî yê pêşnimêjê Kirmaşanê û nûnerê Xamineyî li parêzgeha Kirmaşanê digel Spaha Pasdaran, malbata kuştî bo nedana rizayetê ji ber ku Arwîn Cihû (Yehûdî) bûye, xistine bin zextan.”

Arwîn Qehrimanî sala 2022an, di temenê 18 saliyê de û di pevçûneke bi kom de ku bi kuştina Emîr Şukrî yê welatiyê Misilman bi dawî hat, hate girtin û bi bê ti belgeyeke pêwendîdar ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hate sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd û Cihû di heyama girtîgehê de li odeyekê de dihate ragirtin û ji ber peyrewbûna wî bi Cihûtiyê re bo beşa giştî ya girtîgehê nedihate veguhastin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin