Riza Resayî ji girtiyê siyasî yê Kurd û peyrewê ola Yarsan bi nihênî hate darvekirin

06 August 2024 17:17

Hengaw; Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina Riza Resayî ji girtiyê siyasî yê Kurd û ji peyrewên ola Yarsan ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, bi awayekî nihênî di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina Riza Resayî ji girtiyê siyasî yê temen 34 salî û xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi nihênî û bi bê agehdarbûna malbata wî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, sibêdeha îro navendên ewlehî malbata Resayî agehdar kirine ku kurê wan îdam kirine û huşdarî dane wan ku mafê wan nîne termê wî li bajarê Sehne bi axê bispêrin.

Roja Yekşemî 31ê Kanûna 2023an, dosyeya Riza Resayî ji aliyê Mihemedresûl Heqnecatî, serokê Taya 2 a Dadgeha Tawanan a Yeka Kirmaşanê û ew dadwerê ku ew sizayê darvekirinê bi ser wî girtiyê siyasî de sepandiye, bo odeya Birêvebirina Sizayan a Dadseraya Tevaw a Kirmaşanê hatibû şandin.

Sizayê îdama Riza Resayî, du hefte beriya şandina dosyeya wî ji aliyê Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû piştrastkirin.

Riza Resayî li navîna Cotmeha sala 2023an, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Tawanan a Yeka parêzgeha Kirmaşanê ve bi tohmeta “kuştina Nadir Beyramî”, Serokê Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Sehnê, sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin. Sepandina vê sêzayê bi givaşa Serokê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê û tevî berdestnebûna belgên zanyarî û belgenameyek bo îsbatkirina wê tawanê, rû da.

Hêjayî behskirinê ye ku, ew sizaye pêka îtirafa bi zorê ya Riza Resayî û kesên din ên binçavkirî ku bi navbirî re bûn, piştî çend meh îşkencekirin û dosyesazî hatiye danê û belgeyek bo îsbatkirinê di warê yadayî de heta niha nehatiye pêşkêşkirin.

Riza Resayî, roja Înê 24ê Mijdara 2022an, li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin. Navbirî piştî lêpêçînê ji girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin