Sizayê darvekirina Xusrew Beşaret yê girtiyê olî yê Kurd bi rê ve çû

15 May 2024 20:03

Hengaw; Çarşemî 15ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina Xusrew Beşaret yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê ku nêzî 15 sal bû di girtîgehê de bû û hefteya borî bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatibû veguhastin, di vê girtîgehê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 15ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina Xusrew Beşaret, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê ku du hefteyan berî niha ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bi rê ve çû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina tund a darvekirina Xusrew Beşaret, dide zanîn ku ev girtiyê hanê di piroseyeke tevaw a nerohn, nadadperwerane û neyasayî de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Xusrew Beşaret roja Çarşemî 1ê Gulanê û hevdem digel bidarvekirina Enwer Xezrî, yek ji hevdosyeyên wî, bo odeya takekesî hatibû veguhastin. Hengawê şeva borî li ser rûpela xwe ya “X” ragihandibû ku berpirsên girtîgeha Qizilhesarê gazî malbata Beşarat kiribûn da ku dawî hevdîtinê digel kurê xwe bikin.

Birêveçûna sizayê darvekirina Xusrew Beşaret û Enwer Xizrî di heyama hefteya borî de, di demekê de ye ku, Payîz û Zivistana borî sizayê bidarvekirina çar kesên din ji hevdosyeyên navbirî yên bi navên Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, her di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de hatine cîbicîkirin.

Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Dawûd Ebdulahî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, Enwer Xizrî, Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ev girtiyane bi tohmeta dosyeya kuştina “Ebdulrehman Tîna”, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, propagende li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van 7 girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dîwana Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van girtiyên olî yên Kurd re hatibû ragihandin. Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin