Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

26 February 2025 23:19

Hengaw; Çarşemî 26ê Şibata 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekê bi navê Bêhrûz Seferî Qele Zencîrî yê xelkê Dalaho ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hate birêveçûn. Pêka ew raporên ku gihane bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tê gotin ku sizayê darvekirina şeş girtiyên dinê jî hatiye birêveçûn ku Hengaw di niha de lêkolînê li ser dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 26ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Bêhrûz Seferî Qele Zencîrî yê temen 34 salî û xelkê gundê “Qele Zencîr” ê girêdayî bajarê Dalaho, li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hate birêveçûn. Navbirî ji peyrewên olî ya Yarsan e.

Li gorî çavkaniyeke agehdar nêzîk malbata Seferî Qele Zencîrî, ev girtiye ji 4 sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û di encamê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ji aliyeke dinê ve û li gorî raporên ku gihane bi Hengawê, sizayê darvekirina şeş girtiyên dinê jî hemdem digel vî girtiyê hatiye birêveçûn. Ev mijare niha ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin