Sizayê darvekirina mamoste Mihemed Xizirnijad ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

06 June 2024 23:10

Hengaw; Pêncşemî 6ê Hezîrana 2024an

Sizayê darvekirin û 16 sal girtîgeha Mamoste Mihemed Xizirnjad yek ji kesayetiyên olî yê Bokanê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin.  Ev salek û şeş meh û 19 roj in di girtîgehê de ye û ji hemû mafên xwe yên sereke hatiye bêparkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di meha Nîsana îsal de Taya 41 a Dîwana Bilnd bi serokatiya dadwer Elî Razînî sizayê darvekirin û 16 sal girtîgeha mamoste Mihemed Xizirnijad ê temen 45 salî yê xelkê Bokanê  piştrast kir.

Mamoste Mihemed Xizirnijad berî niha ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Riza Necefzade bi tohmeta “ifsad fî erzê” bi darvekirinê û bi tohmeta zirargihandin bi serbixwaya welat bi 15 sal û bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Kombûna dadgeha mamoste Mihemed Xizirnijad bi rêya vîdyo konferansê ve hate lidarxistin û ev çalakvanê olî ku heyama salekê ye di girtîgehê da ye ji mafê xwe yê destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin û li gor gotina çavkaniyek nêzîkî malbata navbirî, ew sizaye li ser bingeha rapora Wezareta Îtilaatê hatiye danê û dadwer heta amade nebûye guhdarê berevanîkirina mamoste Mihemed be.

Mamosta Mihemed Xizirnijad, roja 19ê Mijdara 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî bi awayekî hovane digel kurê xwe yê bi navê Yasir Xizirnijad ji aliyê hêzên Îtilaatê ve di mala xwe de hatibûne girtin. Navbirî bo heyama 100 rojan li girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyê di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de îtirafa bi zorê li dijî xwe kiribû û kurê wî jî piştî demekê hate berdan.

Mamosta Mihemed Xizirnijad piştî rêûresma salvegera canjidestdana Esed Rehîmî yek ji canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî ku li Mizgefta Îftixarî ya Bokanê gotarek pêşkêş kiribû û reftarên hikûmetê li dijî xwanîşanderan rexne kiribû, hatibû girtin.

Mamoste Mihemed Xizirnijad salek û şeş meh û 19 roj in, bêyî mafê azadiya demkî (mirexesî) di girtîgehê de ye û niha jî bêyî cudakirina tohmetan di beşa 2 a girtîgeha navendî ya Urmiyê de tê ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin