Sizayê darvekirina nûciwanekî girtî li girtîgeha navendî ya Miyanduvê bi rê ve çû

18 May 2024 19:32


Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina Ramîn Seadet, girtiyê nûciwan ê Kurd û xelkê bajarê Miyanduavê ku di temenê 17 saliyê de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 18ê Gulana 2024an, Ramîn Seadet, ciwanê 20 salî û xelkê gundê "Şamat" ê ser bi bajarê Miyanduavê ku di dema encamdana tawanê de li jêr temenê 18 saliyê bûye, li girtîeha navendî ya vî bajarî hate îdamkirin.  

Li gor çavkaniyeke agehdar, sizayê darvekirina vî girtiyê di halekê de li temenê 20 saliyê hatiye cîbicîkirin, ku navbirî çar sal beriya niha û roja Duşemî 16ê Kanûna 2020an di temenê 17 saliyê de hatibû girtin û bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" ji aliyê Dadgeha Şoreş a Miyanduvê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî nûciwanê heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Li gorî amarên Hengawê, di sala 2023an de sizayê darvekirina herî kêm 5 nûciwanan li girtîgehên Xurmava (2 halet), Çabehar, Sebzewar û Qizilhesar a Kerecê hatine cîbicîkirin.  Ev pênc girtiyane di dema encamdana tawanan de li jêr 18 saliyê bûne û yek ji wan bi navê Hemîd Azerî jî di dema encamdana tawanê de 17 salî bûye.

Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, ku ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve hatiye wajokirin û pejirandin, bi eşkere mafên bingehîn ên zarokan hatiye misogerkirin û bikaranîna cezayên tund û hovane, wekî darvekirinê ji bo kesên di bin temenê 18 saliyê de hatiye qedexekirin, lê tevî vê yekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hê jî sizayê îdamê yê zarok û nûciwanan tê cîbicîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin