Kamran Şêxe ji girtiyên mezhebî yê Kurd piştî 15 sal girtîgeh hate darvekirin

25 July 2024 12:27

Hengaw; Pêncşemî 25ê Tîrmeha 2024an

Aliyê kêm 10 çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên Kurd ku nasnameya 8 kes ji wan hatiye eşkerekirin yên bi navên “Xelîl Perendek, Yasir Nûrî, Ferîde Weysî, Hemîd Sebze, Ferzîn Mufeqî, Emîr Nedîmî, Hîsam Mehdî û Amanc Qurbanî, piştî merasîma bi axspartina termê Îsmayîl Kerîmî, çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Kamêranê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê piştî nîveroya roja Çarşemî 24ê Tîrmeha 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran êrîşî ser restûrana “Kuwêstan” a li ser rêya Sine bo Kamêranê kirin û aliyê kêm 10 çalakvanên medenî û jîngehparêzî binçav kirin. Çavkaniya Hengawê daye zanîn ku dibe ku hejmara girtiyan zêde bibe.

Nasnameya 8 kesên hatinî binçavkirin, Xelîl Perendek ji Rewanserê û ji endamê Encumena Piştevaniya Jîngehparêzî ya "Çiro", Yasir Nûrî ji çalakvanên jîngehparêzî yê xelkê Ciwanroyê, Ferîde Weysî û Hemîd Sebze ji endamên Encumena Jîngehparêzî ya Jîwayê û her du jî xelkê Pawe, Ferzîn Mufeqî, Emîr Nedîmî û Hîsam Mehdî ji mamostayên îdareya Perwerde û Hînkariyê û Amanc Qurbanî hemû xelkê Kamêranê, ji bo Hengawê hatine piştrastkirin û nasnameya kesên dinê jî di bin lêkolînê de ye.

Ev kesane piştî merasima biaxspartina Îsmayîl Kerîmî ji çalakvanê Kurd ê jîngehparêzî, ku sibêdeha roja borî bi sedema şewatê canê xwe ji dest dabû û di demekê de ku li restûrana navbirî mijûlê bêhnvedanê bûn, hatin girtin. Şahidhaleke bûyerê ji Hengawê re gotiye: “Hêzên ewlehî ku bi çekên demançe û kilaşnîkofê hatibûn çakdarkirin, di dema girtinê de ev çalakvanane rastî lêdan û kutanê anîne û dest danîne ser telefonên wan jî.

Hêjayî gortinê ye ku, merasima biaxspartina Îsmayîl Kerîmî roja borî li gundê navbirî yê bi navê “Necefava” û bi amadebûna zêdetirî 6 hezar kesî hate lidarxistin. Xelkê di vê merasimê de dirûşmên wek “şehîd namirin û kak Îsmayî qehriman e û şehîdê Kurdistanê ye” dan.

Amanc Qurbanî û Yasir Nûrî di salên borî de jî, çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û heta rastî sizayê girtîgehê jî hatibûn.


Di vî warî de zêde bixwînin