Du girtî bi tohmeta "kuştina bi qest" li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin
Hengaw; Duşemî 4ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Urmiyê yên bi navê Elî Mu`iminî û Ramîn Kazim Elîlû ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê naskirî bi (girtîgeha Derya) hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 4ê Mijdara 2024an, du girtiyên Tirk ên bi navê Elî Mu`iminî yê temen 24 salî û Ramîn Kazim Elîlû yê 32 salî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Elî Mu`iminî du sal berî niha û Ramîn Kazim Elîlû 5 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan. Ev du girtiyane roja Şemî ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takeksî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin.
Sizayê darvekirina van du girtiyên Tirk, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.