Raporek li ser derçûna sizayê darvekirinê li dijî Îhsan Ferîdî, xwendekarê xelkê Tewrêzê yê tohmetbarê "miharibe"

14 May 2025 12:22

Hengaw; Çarşemî 14ê Gulana 2025an

Îhsan Ferîdî, xwendekarê Tirk ê xelkê Tewrêzê ku ji sala borî ve heta niha li girtîgeha navendî ya vî bajarî tê ragirtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "miharibe" bi darvekirinê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Îhsan Ferîdî, xwendekarê xelkê Tewrêzê ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Tewrêzê ve bi serokatiya dadawer Ebdî bi tohmeta "miharibe" bi rêya endametî di Saziya “Mucahidîna Xelq” de bi darvekirinê hate sizadan. Sizayê navbirî Zivistanê hatibû danê û heta niha nehatibû medyayîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Îhsan Ferîdî, di Adara 2025an de, piştî nîşandana nerazîbûna parêzerê vî xwendekarî, dosyeya wî bo tayeke Dîwana Bilind hatibû şandin.

Îhsan Ferîdî di dema binçavkirinê de rastî zext û îşkenceya derûnî û fizîkî hatibû û biryara sizayê dadgehê li dijî wî li ser rapora îdareya Îtilaatê hatiye danê. Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev xwendekar di dema girtinê de bi tundî rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibû û di bin îşkenceyê de neçar mabû ku li dijî xwe îtîrafa bi zorê bike.

Ev xwendekarê beşa Endezyarî û Çêkirinê ya Fakulteya Fenî ya Zanîngeha Tewrêzê, ku niha di beşa takekesî ya girtîgeha navendî ya Tewrêzê de girtî ye, heta niha deh meh û 24 roj ji girtîgeha xwe derbas kiriye û ji mafê azadiya demkî (mirexesî) hatiye bêparkirin.

Îhsan Ferîdî di 18ê Hezîrana 2024an de, piştî gazîkirin û serdankirin bo dozgeriya Tewrêzê, bi fermana lêkolînerê Taya 15ê ya vî dozgeriyê hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, Îhsan Ferîdî berê di Adara 2024an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî mehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Ev xwendekare di vê dosyeyê de, bi tohmeta "propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin