Mehabad; Derçûna sizayê darvekirinê û 60 sal girtîgehê bo heft çalakvanên siyasî yên Kurd
Hengaw; Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an
Kaweys Ebdulahzade, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hate sizadan, û şeş welatiyên dinê yên bi navê Salar Bayezîdî Azer yê xelkê Mehabadê, Hêmin Mam Qadirî, Yûsif Mam Qadirî û Mensûr Kerbelayî yên xelkê Bokanê, û Salar Seyîdrehîmî û Hesen Mamîl Azar, herdu jî xelkê Miyanduavê, li ser hev bi 60 sal girtîgehê hatine sizadan.
Li gorî raporek ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kaweys Ebdulahzade yê xelkê Mehabadê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve, bi serokatiya dadwer Ehmed Siyamî, sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin. Herwiha her yek ji Salar Bayezîdî Azer yê xelkê Mehabadê, Hêmin Mam Qadirî, Yûsif Mam Qadirî û Mensûr Kerbelayî sê welatiyên xelkê Bokanê, û Salar Seyîdrehîmî û Hesen Mamîl Azar, herdu jî xelkê Miyanduavê, ji aliyê heman dadgehê ve her yek bi 10 sal girtîgehê, li ser hev bi 60 sal girtîgehê hatine sizadan.
Tohmetên wekî "pêkanîna girûp û deste bi armanca hilweşandina hikûmetê, plansazî bo serhildaneke giştî û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" li dijî van welatiyan hatine ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, di nav van tohmetbarên siyasî de, Kaweys Ebdulahzade piştî ku bi barimteyê hatibû berdan, ji Îranê çûye derveyê welat.
Ev welatiyane li destpêka meha Hezîrana 2022an ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û piştî demekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibûne berdan.
Hêmin Mam Qadirî digel Yûsif Mam Qadirî li ser rêya Bokan-Seqizê hatibûne girtin, û ji ber berketina gulleyên hêzên ewlehiyê ji aliyê lingê xwe ve hatibû birîndarkirin û ev birîndarbûne li ser jiyana wî ya asayî bandor kiribû.