Bo duyemîn car sizayê darvekirina Hatem Ozdemir, girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ya Îranê ve hate pejirandin

Hengaw: Çarşemî 14ê Gulanê 2025an
Bo duyemîn car daxwaza pêdaçûnkirina sizayê darvekirina Hatem Ozdemir, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê parêzgeha Agirî li Bakurê Kurdistanê ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê bo heyama 2143 roj binçavkirî ye, bi tohmeta “miharibe” hate redkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 10ê Gulana 2025an, duyemîn daxwaza pêdaçûnkirina sizayê darvekirina Hatem Ozdemir, girtiyê siyasî yê Kurd ê temen 29 salî û xelkê parêzgeha Agirî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve hate redkirin û bi fermî ji Salih Nîkbext ê parêzerê vî girtiyê siyasî re hatiye ragihandin.
Redkirina daxwaza pêdaçûnkirina sizayê vî girtiyê siyasî di halekê de ye ku dosyeya wî, biryara karnasiya çakê, hevpeyvîna girtî, şêwazê binçavkirin û armanca saziya wî ji aliyê parêzer ve hatiye zêdekirin. Yekem car daxwaza pêdaçûnkirina sizayê darvekirina Hatem Ozdemir li meha Şibata 2025an ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind ve hatibû redkirin.
Hatem Ozdemir roja Çarşemî 9ê Tîrmeha 2019an, li pevçûneke çekdarî di navber hêzên Spaha Pasdaran û komek ji endamên PKKê de li deverên sînorî yên Çaldiranê, bi awayekî birîndar û di halekê de ku ji hişê xwe çûbû ketibû destê hêzên Spaha Pasdaran.
Ev girtiyê siyasî piştî nêzî 50 roj lêpêçîn û îşkencekirinê di girtîgeha Îtilaata Spahê de li 19ê Tebaxa 2019an bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û 9ê Adara 2022an, piştî 33 meh ji binçavkirinê ji aliyê Taya 1em a Dadgeha Şoreş a Xoyê ve bi tohmeta “bexî” bi sizayê darvekirinê û bi tohmeta “endamê PKK”ê bi 5 sal girtîghê hatibû sizadan.
Piştî nîşandana nerazîbûnê li hember biryara dadgehê ji bo pêdaçûnê bo Dîwana Bilind a welat hatibû şandin û li meha Şibata 2025an sizayê darvekirina wî ji aliyê Taya 9 a Dîwana Bilind ve bi serokatiya dadwer “Qasim Mezînayî” hatibû hilweşandin û ji bo pêdaçûna dubare bo Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê hatibû şandin.
Kombûna dadgehîkirina vî girtiyê siyasî yê Kurd roja 24ê Nîsana 2024an ji aliyê Taya hatî îşarekirin ve hatibû birêveçûn û li 19ê Gulanê, sizayê darvekirina wî bi awayekî fermî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ji navbirî re hatibû ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî yê Kurd di vê heyamê de tevî wê ku tûşê nexweşiya kevirê gurcikan bûye û tekeziyên pizîşkî ji bo encamdana neştergerî ji xizmetguzariya dermanî re hatiye bêparkirin.