Seqiz; Keywan Rehîmî, çalakvanê civakî bi girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Duşemî 4ê Mijdara 2024an
Keywan Rehîmî yê çalakvanê civakî û ji çalakvanê medyayî yê xelkê Seqizê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve heşt meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Keywan Rehîmî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Dedgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Mucteba Xefarî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 8 meh girtîgehê hate sizadan.
Keywan Rehîmî heyama du meh ji sizayê xwe li Bihara îsal di odeya takekesî ya girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê de, bi bê destpêregihîştin bi mafên xwe yên sereke derbas kiribû.
Ev çalakvanê medyayî roja Duşemî 29ê Nîsana 2024an, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de li bajarê Seqizê hatibû girtin.
Navbirî piştî du meh ji binçavkirinê di dawiyê de bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.
Keywan Rehîmî berî niha jî, li 5ê Cotmeha 2023an, bi piştevanîkirin ji çalakiyên medenî Hêro Qedîmî, Şêrko Hîcazî û Azad Emînî û daxwaza rawestandina girtina demkî ya van welatiyane, li kanala Telegramî ya "Pirsman Seqiz" ku bi xwe yek ji birêveberê vê kanalê ye, hatibû girtin.