Îrec Mihemedzade yê rojnamegerê Kurd bi 2 sal girtîgehê hate sizadan

25 May 2024 11:14

Hengaw;  Şemî 25ê Gulana 2024

Îrec Mihemedzade ji rojnameger û çalakvanê xelkê bajarê Ciwanroyê di parêzgeha Kirmaşanê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi du sal girtîgeha ragirtî hate sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, rojnamegerê xelkê bajarê Ciwanroyê yê bi navê Îrec Mihemedzade, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Ciwaroyê ve bi serokatiya Hadî Çiraxî bi tohmeta “handana raya giştî û belavkirina propagendeyan” bi du sal girtîgeha ragirtî hate sizadan.

Hengawê berê di raporekê de dabû zanîn ku, roja Yekşemî 7ê Nîsana 2024an, Îrec Mihemedzade yê rojnamegerê 45 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, piştî ku bo dadgeha vî bajarî hatibû gazîkirin bi hukma dadwerê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Îrec Mihemedzade ji rojnameger û çalakvanê medyayî û Birêveberê Kanala Telegramî ya “Tîtrê Xerb” û herwisa xwendekarê doktoraya Zanista Siyasî li yek ji zanîngehên Tehranê, piştî çar rojan binçavkirinê, bi barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Îrec Mihemedzade heyama 25 salan e ku bi pîşeya rojnamevaniyê re mijûl e û di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye gazîkirin û rastî gef û lêkolînê hatiye.


Di vî warî de zêde bixwînin