Jîna Muders Gurcî rojnameger û çalakvana mafê jinan 21 sal girtîgehê bi ser de hate sepandin

25 May 2024 22:02

Hengaw; Şemî 25ê Gulana 2024an

Jîna Muders Gurcî a rojnameger û çalakvana mafê jinan ya xelka Sine ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 21 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Hemedanê bi ser de hate sepandin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Jîna Muders Gurcî, rojnameger û çalakvana mafê jinan di vê heyamê de ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta pêkanîna deste û girûpên neyasayî bi armanca rûxandina desthilatê, 10 sal girtîgeh û bi tohmeta hevkarî li gel girûp û dewletên dijber 10 sal girtîgeh û bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê jî salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
 
Bi giştî sizayê hatî dayîn 21 sal girtîgeh e ku li gor yasayê sizayê herî giran yanî 10 sal girtîgeh û dûrxistin ji bo girtîgeha Hemedanê dê bi rê ve biçe û parêzerê navbirî bi awayekî fermî derheq vê sizayê nerazîbûna xwe nîşan daye û dosyeya wê bi mebesta pêdaçûnê dubare bo dadgeha pêdaçûnê şandiye.


Jîna Muders Gurcî roja Sêşemî 9ê Gulana 2023an, piştî mehekê girtin di odeya takekesî ya Navenda Îslah û Terbiyet li bajarê Sinê bo benda giştî hatibû veguhastin; navbirî piştî 84 rojan bi  danîna barimteya yek milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Ev çalakvana mafê jinan roja Pêncşemî 21ê Îlona 2022an di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî 40 rojan bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin