Mistefa Hemdî, çalakvanê medyayî yê Kurd bi 10 meh girtîgeh û lêdana 70 derbên qamçiyan hate sizadan

21 October 2024 21:00


Hengaw; Yekşemî 20ê Cotmeha 2024an

Mistefa Hemdî, çalakvanê medenî û çalakvanê medyayî yê xelkê bajarê Seqizê, Birêveberê Koma Pirsiman û “Kempeyna Xelkî ya Pirsiman” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi 10 meh girtîgeh, lêdana 70 derbên qamçiyan û valakirina perê nexdî hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Mistefa Hemdî, çalakvanê medyayî yê Kurd ji aliyê Taya 105 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Seqizê ve bi tohmeta “têkdana asayişa giştî ji rêya kombûnên neyasayî ve” sizayê 10 meh girtîgeh û lêdana 70 derbên qamçiyan bi ser de hate sepandin.

Navbirî berê li Tebaxa îsal jî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye di dawiyê de bi valakirina 7 milyon perê nexdî hate guherîn.

Mistefa Hemdî yê Birêveberê kanala “Pisriman” a Seqizê roja Yekşemî 7ê Nîsana 2024an, li salona Mîlad a vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Ew roja Şemî 11ê Gulana 2024an, piştî 34 roj binçavkirin bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li Sinê hatibû berdan.

Ev çalakvanê medyayî li 4ê Tebaxa 2021an, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve li ser hev bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan ku sizayê wî yê giran wate 16 meh girtîgeh divê bihatiba birêveçûn.


Di vî warî de zêde bixwînin