Newsûd; Jineke kolber bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin
Hengaw; Yekşemî 24ê Mijdara 2024an
Jineke kolber a temen 26 salî ya bi navê “Pirşing Qubad Zahîrî”, dayîka zarokekê û xelka navçeya Newsûda Pawê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 22ê Mijdara 2024an, Pirşing Qubad Zahîrî, kolbera xelka gundê “Hana Germile” yê ser bi navçeya Neswûdê ya girêdayî bajarê Pawê, ji ber kûrahiya biînên xwe li encama berketina gulleyên hêzên leşkerî yên Îranê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên Îranê roja Sêşemî 19ê vê mehê, li nêzî navçeya sînorî ya Hane Germele ji pişt ve teqe li Pirşing Quad Zahîrî kiribûn. Navbirî dayîka zarokekê bûye.
Hêjayî gotinê ye ku, Îdrîs Qubad Zahirî yê bav û herwisa birayê vê kolbera hatî kuştin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara îslamî ya Îranê ve hatine girtin.