Sînorê Newsûd; Kolberekî Kurd ji ber rawestana dil canê xwe ji dest da
23 November 2024 17:44
Hengaw; Şemî 23ê Mijdara 2024an
Kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemedkerîm Ezex” di dema kolberiyê de li bilindahiya sînorê Newsûdê ji ber zextên kar rastî rawestana dil hat û canê xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Mijdara 2024an, kolberekî bi temen ê bi navê Mihemedkerîm Ezex ê xelkê gundê “Bilber” ê ser bi bajarê Sewlavayê di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê ji ber givaşên kar rastî rawestana dil hat û canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, ev kolberê Kurd bi sedema rawestana dil demûdest canê xwe ji dest daye û termê wî bo bajarê Nodşeyê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî